Pêngava aşlekirina li dijî felca zarokan dest pê kir

Komîteya Tenduristiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê îro sibehê dest bi aşlekirina felca zarokan kir

Pêngava aşlekirina li dijî felca zarokan dest pê kir
Pêngava aşlekirina li dijî felca zarokan dest pê kir
Pêngava aşlekirina li dijî felca zarokan dest pê kir
Pêngava aşlekirina li dijî felca zarokan dest pê kir
4 mijdar, 2018   11:14

REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dest bi pêngava pencemîn a aşlekirinê kir û dê heta 8`ê Mijdarê dewam bike.

Pêngava aşlekirinê ji 17 tîman li Reqayê û gundên wê pêk tên, tîmeke sabit ji 18 tîman li navendên Seyf El-Dewlê, El-Keramê, El-Xatûniyê, El-Selhebiyê, El-Reşîd û dibistana Temrîd hatine belavkirin.

Di pêngavê de dermanên dilop ên ji yek rojiyê heta pênc saliyê tên dayîn û derzîdayîna felca masûlkeyan ji temenên 3 mehî heta 2 saliyê tên dayîn.

Endamê rêveberiya Navenda Tenduristiyê Xalid Ebdullah wiha got: "Dê pêngava aşlekirinê 4 rojan dewam bike, divê hemû şênî berê xwe bidin navendên aşlekirinê û kartên xwe bi xwe re bibin û zarokên xwe aşle bikin."

(jo)

ANHA