Kedkarên kantona Hesekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin

Beşa Jinan a Komîteya Kedkaran a kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên sînorê Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kedkarên kantona Hesekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
4 mijdar, 2018   10:22

HESEKÊ

Beşa Jinan a Komîteya Kedkaran a kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê mamoste Yasmîn Çûlî û yek ji rêveberên Beşa Jinan a Komîteya Kedkaran Henan Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet kantona Girê Spî û warê berxwedanê Kobanê hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû dewletên cîhanê, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê de bê deng nemînin û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin.

Beşa Jinan a Komîteya Kedkaran sûcê li dijî zaroka bi navê Sara Mistefa (6) a ku di encama êrîşên artêşa Tirk de li ser gundewarên Girê Spî şermezar kir. Her wiha sersaxî ji malbatên hemû şehîdan Rojava re xwest ku ji bo azadiya gelê xwe û aramiya wan canê xwe feda kir.

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gelê herêmê bi dawî bû.

(bx)

ANHA