Çarenûsa girtiyên Amerîkayê li ba Tirkiyeyê piştî rakirina cezayan çi ye?

Malpera El-Monîtor a Amerîkayê diyar kir ku kêmkirina cezayên Amerîkayê li ser Tirkiyeyê, dihêle ku Tirkiye serbestberdana girtiyên Amerîkayê yên li ba Tirkiyeyê asteng bike.

Çarenûsa girtiyên Amerîkayê li ba Tirkiyeyê piştî rakirina cezayan çi ye?
4 mijdar, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê karûbarên Tirkiyeyê di malpera El-Monîtor a Amerîkayê de Bryant Haris got ku piştî keşeyê Amerîkayê li Tirkiyeyê serbest hate berdan rêveberiya Donald Trump cezayên li ser du wezîrên Tirkiyeyê rakirin. Lê kêmkirina cezayan li ser Enqereyê dibe ku serbestberdana gelek girtiyên Amerîkayê û Tirk ku di balyozxaneyên Amerîkayê de yên li Tirkiyeyê hatibûn erkdarkirin, asteng bike.

Di demeke borî de û girêdayî cezayên li ser Îranê Tirkiyeyê hewl da xwe ji cezayên petrolê yên Amerîkayê li ser Îranê efû bike da ku karibe petrola Îran wergire.

Trump baca li ser maden û alamînyoma Tirkiyeyê zêde kir û diyar kir ku serbestberdana keşeyê Amerîkyê Andrew Brunson van bacan kêm nake.

Nivîskar dibêje ku di van deman de Tirkiye bi êrîşên xwe yên dubare li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk ku hevkariya Amerîkayê di Sûriyeyê de dike, hewl dide serweriya xwe di têkiliyên nakok de bike.