Mertalê Ereb -1 bi beşdarbûna 8 dewletan dest pê kir

Di çarçoveya hevkariya leşkerî de bi beşdarbûna 8 dewletan perwerdeya leşkerî "Mertalê Ereb -1" li Baregeha Mihemed Necîb a leşkerî ya li Misrê dest pê kir.

Mertalê Ereb -1 bi beşdarbûna 8 dewletan dest pê kir
4 mijdar, 2018   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Misrê Tamir El-Rîfahî bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên perwerdeya leşkerî ya hevbeş Mertalê Ereb-1 ku dê heta 16'ê Mijdarê dom bike, li baregeha Mihemed Necîb a leşkerî dest pê kir.

El-Rîfahî diyar kir ku di perwerdeyê de li rex hêzên Misrê hêzên Siûdiyê, Îmarat, Behrên, Urdun, Kiwêt beşdar bûne û Mexrib û Lubnan jî wek çavdêr beşdar bûne. El-Rîfahî da zanîn ku armanc ji vê perwerdeyê pêşxistina kar û xebatên hevbeş di navbera hêzên beşdar de ye.

Baregeha Mihemed Necîb a leşkerî ya Misrê mezintirîn baregeha leşkerî li Afrîka û Rojhilata Navîn e û navenda wê li bajarê Hemam a parêzgeha Mursî Metroh ya Misrê ye û di sala 2016'an de ji aliyê serok Ebdilfetah El-Sîsî ve hatiye vekirin.