Pyongyangê hişyariya vegerandina pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî da

Koreya Bakur hişyarî da Amerîkayê ku ew derfetên temamkirina stratejiya xwe ya pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî lêkolîn dike, eger cezayên aborî yên li ser Koreya Bakur neyên rakirin.

Pyongyangê hişyariya vegerandina pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî da
4 mijdar, 2018   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur bi daxuyaniyekê ragihand ku dibe ku Pyongyang pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî bidomîne eger Amerîka helwesta xwe ji mijara cezayan zelal neke.

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un di Nîsana borî de ragihand ku dê dest ji hewldana xwe ya wergirtina çekên nukleerî berde û dê baldariya xwe bikişîne ser aboriya sosyal û da zanîn ku Koreya Bakur dê derbasî qonaxeke nû ya aştiyê bibe.

Kîm û serokê Amerîkayê Donald Trump di lûtkeyeke dîrokî de li Sengafora di Hezîrana borî de hevpeymanek der barê tunekirina çekên nukleerî de îmze kir. Lê danûstandinên di navbera wan de pêşketineke berbiçav pêk nehat.

Amerîka naxwaze cezayên li ser Koreya Bakur kêm bike, heta ku dest ji çekên xwe yên nukleerî bernede.