Dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û koalîsyonê li kantona Hesekê jî dest pê kir

Beriya çend kêliyan dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de li navçeyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê yên girêdayî kantona Hesekê dest pê kirin. 

Dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û koalîsyonê li kantona Hesekê jî dest pê kir
4 mijdar, 2018   09:38

HESEKÊ

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyeyê ku di encamê de endamekî Hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Mistefa şehîd bûn, her wiha 2 nûçegihanên ajansa me ANHA`yê Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed birîndar bûn, di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de îro dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî li ser sînorê herêma Serêkaniyê û Dirbesiyê dest pê dikin.

Li gorî agahiyên bedrest dewriyeyên hevbeş li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de îro dest pê kirin. Dewriye dê ber bi bajarê Serêkaniyê ve biçin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Girê Spî û Kobanê jî dest pê kiribû.

(bx)

ANHA