Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin

Bi hezaran welatiyên Girê Spî û gundewarê wê li dijî êrîşên artêşa Tirk li Bakurê Sûriyeyê xwepêşandanek lidar xistin.

Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşandanek dest pê kirin
4 mijdar, 2018   09:27

GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşîn artêşa Tirk a dagirker li herêmên Kobanê û Girî Spî de, bi hezaran welatiyên kantona Girê Spî li çerxeriya El-Qefes a bajêr kom bûn û xwepêşandanek lidar xistin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA'yê xwepêşandanê dişopînin û diyar kirin ku xwepêşandêr dê ber bi çerxeriya El-Elem ve biherike û li vir rayedar û rûspiyên eşîrên herêm dê axaftinên xwe bikin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên weke "destdirêjiya Tirkiyê û terora wê ferq û cûdahiyê naxe navbera kesan, gelo sûcê Sara çi ye, pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî dibêjin ji destdirêjiya Tirkiyeyê re na, em zarok in bihêlin em bi aştî mezin bibin û me nekujin, bêdengiya navnetewî kuştina zarokan rewa dike" bilind kirin.

Xwepêşandêran durişmeyên weke hilweşe rêjîma kujerê zarokan Erdogan, ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na qîriyan.

Didome...

ANHA