Kêmbûna asta ava çemê Belîx

Kêmbûna asta ava çemê Belîx di van demên dawî de bandorek neyînî li avdana zeviyên çandiniyê û bi taybet hilberînên zivistanê li hindek hereman dike.

Kêmbûna asta ava çemê Belîx
Kêmbûna asta ava çemê Belîx
Kêmbûna asta ava çemê Belîx
Kêmbûna asta ava çemê Belîx
4 mijdar, 2018   09:25

EHMED EL-ESAF/REQA

Çemê Belîx jêdera qûta şêniyên Reqayê ye. Ji ber ku bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê ji sînorên di navbera Sûriyî û Trikiyê û heta bajarokê Reqa El-Sumrayê av dide.

Çemê Belîx ji gundê Eyn Erûs ê ku bi 3 km dikeve başûrê gundê Til Ebyed diherike. Dirêjahiya wî 110 km û tev li çemê Firatê dibe. Li bajarokê Reqa El-Sumra yê ku dikeve rojhilatê bajarê Reqayê dabeşî du şaxan dibe. Hêza herikîna wê di her xuleyekê de 6 metre sê goşe ye.

Kêmbûna asta ava çemê di demê niha de û bi hatina zivistanê re dibe sedema gelek astengiyan. Ji ber ku cotkar bi rêya jeneratoran zeviyan bi av çem av didin.

Têkildarî mijarê serokê Komîteya Çandiniyê Îsa El-Kanif got: "Ji ber rawestandina projeyên avdanê li ser çemê Belîx di encama şer û talankirina DAIŞ'ê de, cotkar neçar man bi xwe projeyên avdanê li ser çemê ava bikin. Niha çemê Belîx ji jêderê û heta cihê ku tev li çemê Firatê dibe bi projeyên avdanê û jeneratoran tijî ye. Ji ber wê asta ava çemê kêm dibe û rê nade ku hemî cotkar jê sûd bigirin."

El-Kanif wiha domand: "Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê em ê ji bo sererastkirina hilmijên avdanê û projeyên avdanê li herêmê bixebitin. Da ku her herêmek para xwe ji ava çemê bigire û hevsengiyek çêbibe."

(şx)

ANHA