Ji ber rewşa xerab a ewlekariyê ciwanên Îsraîlê dê xwepêşandenekê li dar bixin

Rojameya Haaretz a Îsraîlê got ciwanên Israîlê dê xwepêşandanekê ji bo rewşa ewlekariyê li başûr li dar bixin.

Ji ber rewşa xerab a ewlekariyê ciwanên Îsraîlê dê xwepêşandenekê li dar bixin
4 mijdar, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar Maung Ben Zikri ji rojnameya Haaretz re got ku bi dehan ciwanên Îsraîlê ji ber rewşa ewlekariya li başûr, dê dakevin xwepêşandanên li ser sînorê Israîlê bi Xeza û Qudsê re.

Muang destnîşan kir ku komeke ciwanên ji Îsraîlê dê roja yekşemê li ser sînorê bi Xezayê re xwepêşandaneke 5 rojan heta Qudsê ji bo rewşa ewlekariya başûr li dar bixin û gefan li hikumetê bixin ku dev ji ewlekariya wan berdaye.

Şêniyên başûr beriya demekê xwepêşandanek li dar xist û tevgera çûn û hatinê asteng kir û dirûşmeyên şermezarkirina siyaseta hikumetê berz kirin. Dê vê carê şagirtên dibistanên navîn jî tev lê bibin.

Ciwanê bi navê Nevo Dan (17) ji Moshav Yad Natan re wiha got: "Em ê vê xwepêşandanê li dar bixin ku her kes me bibîne. Em hîs dikin ku kes di civaka Îsraîlê de me nabîne em dixwazin hişyarbûna mirovan zêde bikin ku rewşa xerab bi salane em dijîn, bibînin."

Wê xwepêşandan roja yekşemê ji Fakulteya Saber li Sderot dest pê bike û roja pêncşemê li Qudsê bi dawî bibe. Kesên ku wê xwepêşandanê li dar bixin, diyar kir ku tê payîn zêdetirî 150 xwendekarên dibistana navîn ji herêmên Esqelen, Eşkûl, Leşîş û Şiar Hanegief beşdar bibin.

Rojnameya El-Exbar roja şemiyê diyar kiribû ku bigihîjin hevpeymaneke di navbera Îsraîl û Hemasê de ku şerê li ser sînorê Xezayê kêm bikin ku wê heta dawiya 2018 dewam bike.

Her wiha rojnameyê reşnivîsa hevpeymanê parve kiribû, tê de hatibû gotin ku dê hevpeymana Îsraîl û Hemasê xwepêşandanan û şerê li ser sînor zêde bike.

(jo)