Şêniyên Qamişlo: Armanca dewleta Tirk qirkirine

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku Erdogan hewl dide destkeftiyên gelê azadîxwaz têk bibe. Her wiha tekez kirin ku ew ê dest ji xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernedin.

Şêniyên Qamişlo: Armanca dewleta Tirk qirkirine
4 mijdar, 2018   06:40

QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya vê bi demekê ve êrîşî bajar û deverên Bakurê Sûriyê dike. Dagirkeriya Tirk bi van êrîşan armanc dike ku vîna gelê herêmê bişkîne. Di encama êrîşan de keça bi navê Sara ya 6 salî şehîd bû. Her wiha nûçegihanên ajansa me Ibrahîm Ehmed û Gulistan Mihemed jî birîndar bûn.

Têkildarî van êrîşan ajansa me nêrînên şêniyên bajarê Qamişlo girt. Şêniyan êrîş şermezar kirin û tekez kirin ku armanca êrîşan şikandina vîna gelê herêmê û qirkirina gelane û wiha axifîn: "Divê gelê Kurd û gelên herêmê li hember van êrîşan yekîtiya xwe çêbikin û li hember komployên ku qirkirina gelê Kurd, dîrok û çanda wî armanc dikin bisekinin."

Tirkiye sîlkirina dîroka Kurd armanc dike

Welatiyê bi navê Şêx El-Matar got: "Tirkiye ji berê ve wek dewletek dagirker tê naskirin. Hewl dide şanaziya dewleta Osmanî li herêmê dubare bike. Ji ber wê êrîşî herêmên ku rêgeza netewa demokratîk û jiyana hevbeş ji xwe kirine bingeh, dike. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de ti cudahî naxe navbera jin û zarokan. Mînaka wê zaroka bi navê Sara ku bû qurbana terora dewleta Tirk e."

Erdogan azadiya rojnamegeriyê îdia dike û êrîşî rojnamevana dike

Di berdewama gotinên xwe de Şêx El-Matar destnîşan kir ku, Erdogan wisa dide xuya kirin ku ew rojnamevanan diparêze û doza qetilkirina Xaşçiqcî ji bo berjewendiyên xwe bikar anî. Lê di heman demê de rojnamevanên ku rastiya şoreşa Rojava di nav de rojnamevan Gulistan Mihemed vedibêjin dike hedef.

Divê kongreyek niştîmanî ji bo parastina mafê gelê Kurd li dar keve

Her wiha El-Matar wiha domand: "Dem hatiye ku gelê Kurd xwe bikin yek, ji ber wê pêwîste ku kongreyek niştîmanî ji bo parastina mafên gelê Kurd ê ku ji bo azadiyê bi hezaran şehîd daye, li dar keve."

Em bi hêzên xwe bawer in

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Berxwedan Umer destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê herêmê de sûcên şer in û divê ji aliyê civaka navdewletî û dadgehên navdewletî bên muhesebekirin û wiha got: "Hedefgirtina jin û zarokan sûcên şer in. Tirkiye bi van binpêkirinan careke din isbat dike ku ew dijminê gelan e."

Ciwanê bi navê Berxwedan baweriya xwe bi QSD'ê ji bo parastina şêniyan û peydakirina ewlehiyê anî ziman û wiha domand: “QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê qewirandin, dê carek din herêmên Bakurê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk biparêze. Em weke ciwan dest ji herêmên xwe bernadin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê welatê xwe biparêzin."

Erdogan jinan dike hedef ji ber ku ji hêza wan çavtirs e

Jina bi navê Mizgîn Yûsif jî destnîşan kir ku Erdogan bi taybet jinan dike hedef ji ber ku baş dizane ku jinan li Bakurê Sûriyê azadiya xwe bi dest xistine û di civakê de gihaştina astek bilind. Ji lewre Erdogan ji hêza wan jinan ku dê çeteyan ji herêmê bi qewrînin çavtirs e.

Mizgîn bang li hemû dewletên cîhanê û bi taybet Koalîsyona Navdewletî kir ku bilebitin û helwestên xwe li hember van êrîşan bidin xuya kirin û rê li ber êrîşên ku yekîtiya gelan û jiyana hevbeş dike hedef bigirin.

(şx)

ANHA