ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 .11.2018
4 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Li Girê Spî, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan meşeke girseyê ji Qada Qefes dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Kobanê, li taxa Şehîd Fîras û Yehya bi armanca nirxandina geşedanên siyasî civîn têne lidarxistin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku Erdogan hewl dide destkeftiyên gelên azadîxwaz têk bibin û teqez kirin ku ew dest ji xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek welatiyên Ereb û Suryan ên navçeya Tirbespiyê gotin: Ji bo azadiya xwe bi dest bixin me şehîd dane. Em dijminan li warê xwe têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Mosko gumana dijwarbûna li Idlibê piştî ku rayedarên rêjîm gef li Tirkiyeyê xwarin ku nikarbû xalên hevpeymanê pêk bîne sînordar kir. Erdogan jî gefa êrîşan li dijî herêmên rojhilatê Firatê dixwe. Serokê hikûmeta Iraqê li hemberî dijberiyên mezin rû bi rû dimîne. Li Lubnanê jî çalakiya sîyasî careke din hate astengkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Bakurê Sûriyê gotin: Tirkiyê bi armanca ku aloziya xwe ya hindirîn derbasî derve bike û temenê DAIŞ‘ê dirêj bike êrîşî herêmên ser sînor dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Nermîn Muslim li hemberî kevneşopiyên paşverû yên civakî sekinî û qebûl nekir ku di temenê biçûk de bizewice. Nermîn cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk de digre û jinên ciwan ji zewicandina di temenê biçûk de hişyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di temenekî dereng de dest bi nivîsandinê kir, bi armanca tedawiyê berê xwe dide Tirkiyê, lê ji ber dagirkirina herêmê nedikarî vegere. Piştî rizgarkirina herêmê vedigere û çîroak "Evîna di bin enqazan de" dinîvisîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Ciwanan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Yekemîn Mîhrecana Jinê li dar dixe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Çalakiyên Mîhrecana "Dengvedana Efrînê" ku li aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava û Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk ve hatiye organîzekirin di roja sêyemîn de didome, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku ew rê nadin ku dewleta Tirk a dagirker ku Girê Spî û Kobanê rizgar bikin û destnîşan kir ku ew ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Werşeyên kar ên girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo amadekirina hawîrdorek guncew ji xwendekaran re lez dide xebatên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kêmbûna asta ava çemê Belîx di van demên dawî de bandorek neyînî li zeviyên çandiniyê yê avê, bi taybet hilberînên zivistanê li hindek hereman kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA