‘Divê gelên herêmê yekîtiya xwe ava bikin’

Ereb û Suryanên Bakurê Suriyê destnîşan kirin ku wan ji bo azadiyê bi hezaran şehîd dane û ew ê hemû êrîşên li dijî xaka wan têk bibin. Her wiha diyar kirin ku bêdengiya navdewletî xuya dike ku ew di hedefgirtina dagirkeriya tirk ji sivîlan re razî ne.

‘Divê gelên herêmê yekîtiya xwe ava bikin’
4 mijdar, 2018   06:53

RÊNAS REMO/QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmîn li ser sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyê de didomîne. Ev êrîş di çarçoveya têkbirina projeya demokratîk a gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên. Pêkhateyên herêmê êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya navdewletî şermezar dikin.

Jina bi navê Emîne El-Ewad a ji pêkhateya Ereb e. Emîne bang li hemû rêxistinên navdewletî û Meclisa Ewlehiyê kir ku divê dawî li êrîşên Tirkiyê bînin û wiha got: "Ji bo azadî û jiyana bi rûmet me bi hezaran şehîd da. Erdogan çi ji me dixwaze?"

Emîne destnîşan kirk u wê yekîtiya pêkhateyên herêmê bi kare êrîşan rawestîne, ji ber ku hemû pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe xwedî maf in. Her wiha Emîne diyar kir ku dewletaTirk bi êrîşan belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de armanc dike.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Intwan Melkî yê ji pêkhateya Suryan xuya kir ku dagirkirin û êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, dirêjahiya projeya Erdogan a Osmanî ye.

Melkî sedema bêdengiya navdewletî li hember êrîşan wiha rave kir: "Ew bi van êrîşan razî ne. ji ber wê em bang li wan dikin ku bi rola xwe ya mirovî û hiqûqî rabin û ji bêdengiya xwe ya rûreşî derkevin."

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Feysal Selac El-Xelîfa pêwîstiya bidawîkirina lihevkirinên li dijî gelê Sûriyê destnîşan kir û got, divê dewlet û hêzên cîhanî li rex hêviyên gelê Sûriyê di bidestxistina azadî û mafên xwe yên rawa de bisekinin û wiha domand: "Piştî dagirkirina gelek herêman, em itîfaqa Rûsya-Tirkiye ji bo êrîşkirina herêmên Rojhilatê Firatê dibînin."

Di dawiyê de El-Xelîfa bang li hemû rêxistinên navdewletî, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku pêwîste dawî li binpêkirinên dewleta Tirk der heqê herêmên Bakur Sûriyê ya ku di nav ewlehî û aramiyê de ye bîne. Her wiha bêdengiya wan weke komployek navdewletî der heqê gelê Sûriyê de hesiband.

(şx)

ANHA