‘Dewleta Tirk bi hedefkirina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre‘

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi hedefkirina rojnamevanan, nikare rastiyê veşêre.

‘Dewleta Tirk bi hedefkirina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre‘
3 mijdar, 2018   15:29

MINBIC

Şanedeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê îro serdana nûçegihana ajansa me Gulistan Mihemed li nexweşxaneyê kirin.

Şande ji cîgira hevserokatiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Cemîle Ehmed, hevserokên Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo û Mihemed Şêxo û hevseroka Meclisa Zagonsaz Suzan Hisên pêk hat.

Di serdanê de şandeyê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi binpêkirinên xwe li dijî rojnamevanan û hedefkirina wan dê nikaribe rastiyan binixmîne.

Her wiha şandeyê şifaya lezgîn ji Gulistanê re xwest û rola wan a ragihandina rewşa herêmê silav kirin.

(şx)

ANHA