YPG’ê encamên meha Cotmehê eşkere kir

YPG’ê têkildarî encamên şer ên  meha Cotmehê daxuyaniyek weşand. YPG’ê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de ji aliye hêzên wan ve li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê gelek çalakî pêk hatine û 42 çete hatine kuştin. Her wiha YPG’ê diyar kir ku 6 şervanên wan di vê mehê de şehîd bûne.

YPG’ê encamên meha Cotmehê eşkere kir
3 mijdar, 2018   13:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Patastina Gel (YPG) encamên meha Cotmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de di serî de li Efrîn û Dêrazorê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa hatiye meşandin û gelek çeteyên DAIŞ’ê û yên girêdayî artêşa Tirk hatine kuştin, her wiha miqdareke çek û cebilxane hatiye desteserkirin. YPG’ê da zanîn ku 4 şervanên wan di şerê li hemberî DAIŞ’ê de, şervanekî wan ji ber nexweşiya dil û yek jî ji ber qezayekê şehîd ketine.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku îro pêşengiya şerên berxwedanê li Rojhilata Navîn dike, li ser xaka Bakurê Sûriyeyê li hemberî pêkhateyên terorî û dagirker bi serkeftinên girîng û dîrokî bi pêş dikeve. Berxwedêriya bêhempa ya hêzên me YPG û YPJ’ê bûye rista diyarker ya vî şerî. Hêzên me bi çalakiyên xwe yên bibandor derbên giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê didin. Dagirkeran hêzên ewlehiya sînor ên Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Qamişlo û hemwelatiyên li heman deveran hedef digire û bi her awayî îhlalan pêk tîne. Li hemberî van hemû êrîşan wek hêzên parastina gelê xwe, bersivên pêwîst hatine dayîn.

Têkoşîna me ya li hemberî terora DAIŞ’ê her wiha berdewam e. Pêngava Bagera Cizîrê bi armanca paqijkirina bajarokê Hecînê didome.

Li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ û MÎT’ê yên ku li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê de faalîyetê dimeşînin, ji aliyê Yekîneyên Antîterorê (YAT) û Tîmên Operasyona Leşkerî ve operasyon hatin lidarxistin. Operasyon bi serkeftî hatin meşandin, pêşî li gelek êrîşên terorî hatin girtin.

Encamên gelemperî yên têkoşîna me ya li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê û çeteyên DAIŞ’ê yên di meha Cotmehê de wiha ye:

1. Di dirêjahiya meha Cotmehê de li dijî dagirkeriya Tirk yekîneyên me li Efrînê 19 çalakî pêk anîne. Di encama çalakiyên sekvanî, kemîn, sabotaj û serdegirtinê de;

- 3 jê leşker, bi giştî 42 endamên dagirkeriya Tirk hatin kuştin

- 10 endamên çete birîndar bûn.

- 8 seyare hatin rûxandin

2. Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe destdirêjî û binpêkirinên xwe yên li ser sînor zêdetir dike. Nexasim ji 28’ê Cotmehê û vir de herêma Kobanê û Girê Spî bi çekên giran û topan bi awayekî giran hate hedefgirtin. Her wiha li herêmên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Qamişlo rasterast sîvîl bûn armanca êrîşan. Li Kobanê balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hate desteserkirin.

Di encama êrîşan de 2 şervanên Erka Xweparastinê û keçikeke 6 salî ya bi navê Sara Mistefa şehîd ketin, şervanekî Erka Xweparastinê û 4 hemwelatî birîndar bûn. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da van êrîşan.

3. Encamên operasyonên ku ji aliyê Yekîneyên Antîterorê û Tîmên Operasyonên Leşkerî ve li dijî DAIŞ û şaneyên veşartî hatin lidarxistin, wiha ne;

- Yekîneyên me li dijî DAIŞ’ê li herêma Cizîrê di dirêjahiya meha Cotmehê de 5 operasyonên serkeftî li dar xistin.

- Tîmên Operasyonên Leşkerî 34 operasyon li dar xistin.

- Di operasyonan de 3 jê biyanî, bi giştî 90 endamên DAIŞ’ê hatin girtin.

- Di encama operasyonan de 3 jê bi MÎT’ê ve têkildar, bi giştî 13 hewldanên êrîşan hatin berterefkirin.

- Di encama operasyonan de berpirsyarê koma çete ya bi navê El Hemze û çeteyek DAIŞ’ê hatin kuştin.

- Di encama operasyonan de yekîneyên me 20 kalaşnîkof, debanceyek, 1 dûrbîn, çend şarjor û mîqdarek cebilxane bi dest xistin.

4. Di meha Cotmehê de 4 hevrêyên me di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de, hevalek me di encama nexweşiya dil de û hevalek me jî di encama qezayekê de şehîd ketin.”