3 jinan li Qamişlo kargehek vekir

Bi armanca pêkanîna sîstema xwetêrkirinê û bilindkirina asta aboriya jinan, 3 jinên bajarê Qamişlo kargeheke dirûtinê bi navê Jinkar vekir.

3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 jinan li Qamişlo kargehek vekir
3 mijdar, 2018   12:51

SILAVA EBDILREHMAN / QAMIŞLO

3 jinên bajarê Qamişlo kargeheke dirûtinê û çêkirina cil û bergên rîs bi navê Jinkar vekir. Di kargehê de hejmareke mezin a jinan di pîşeya dirûtinê de tên perwerdekirin da ku karibin debara xwe bi xwe bikin.

Di kargehê de 4 alavên rêsandinê hene û dê 15 jinan bide xebitandin. Kargeh dê berhemên xwe yên cil û bergên rîsî li herêma Cizîrê belav bike.

Çavdêra kargehê Şîlan Mihemed da zanîn ku armanca wan ji vê kargehê ew e ku asta aboriya jinan a xweser bilind bikin û alîkariya jinan bikin.

ANHA