Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin

Bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê cenazeyê zaroka şehîd Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Girê Spî de şehîd bû, oxir kir.

Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Sara hate oxirkirin
3 mijdar, 2018   13:52

GIRÊ SPÎ

Bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê cenazeyê şehîd Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bû, li Goristana Şehîdan a  Girê Spî oxir kir.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir. Paşê ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid, bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk şêx Esed El-Beşîr, ji Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Girê Spî Mizgîn Osman û bi navê malbata şehîd Sara Îbrahîm Îbrahîm ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Sara re hate xwestin, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafê mirovan û yên mafê zarokan hate kirin ku li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bê deng nemînin û helwestên xwe diyar bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku projeya ku Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn armanca wê ew e ku aramî û aştî li ser xaka Sûriyeyê pêk neyê.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Sara di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA