Şêniyên Efrînê banga rawestandina êrîşên dagirkeran kir

Meclisa Rizgarkirina Efrînê û şêniyên Efrînê bang li hemû cîhanê kir ku der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê de bê deng nemînin û helwestên xwe diyar bikin.

Şêniyên Efrînê banga rawestandina êrîşên dagirkeran kir
Şêniyên Efrînê banga rawestandina êrîşên dagirkeran kir
Şêniyên Efrînê banga rawestandina êrîşên dagirkeran kir
2 mijdar, 2018   13:49

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê û endamên Meclisa Rizgarkirina Efrînê li Kampa Berxwedan kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Bakurê Sûriyeyê û hedefgirina wan ji rojnamevanan re şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisa Rizgarkirina Efrînê Mihemd Cûma û Şêrîn Hesen ve bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku li bajarê Kobanê efsaneyên lehengiyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê hatin kirin û bi saya şervanên mîna Arîn Mîrkan ku bû sembola lehengiyê û têkoşînê bajarê Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê ew e ku jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de xira bike û tevliheviyê di navbera wan de çêke.

Meclisa Rizgarkirina Efrînê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê hemû gel ji bo berdewamkirina berxwedanê tev bigerin û bang li dewletên cîhanê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser kantona Kobanê û Girê Spî bê deng nemînin û helwestên xwe diyar bikin.

(bx)

ANHA