Desteya Niştîmanî ya Ereb: Tirkiye hêzên ku têkoşîna azadiyê dikin, dike hedef

Desteya Niştîmanî ya Ereb êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Baurê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha got: "Tirkiye êrîşî hêzên ku azadiya gelan dikin, dike."

Desteya Niştîmanî ya Ereb: Tirkiye hêzên ku têkoşîna azadiyê dikin, dike hedef
2 mijdar, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Niştîmanî ya Ereb daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Daxuyaniya Desteya Niştîmanî ya Ereb wiha ye:

"Kiryarên dewleta Tirk li ser gelên herêmê dewam dike, Tirkiye dixwaze bi rêya êrîşên xwe Împaratoriya Osmanî vejîne. Beriya çar salan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de Kobanê û Girê Spî, rastî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê hatin, vê rêxistinê hemû cîhan bi terora xwe da naskirin, lê bi xwîna zarokên herêmê hatin rizgarkirin û kes nikare vê rastiyê înkar bike û ji heqîqeta rola Tirkiyeyê di alîkariya çeteyan, bireve.

Em dibînin ku Erdogan bi gefên xwe û êrîşên ku li dijî gelên herêmê pêk tîne, planên mezin li dijî hêzên ku azadiya gelan pêk tînin, dike û dixwaze serdema dewleta Osmaniyan vegerîne.

Em di Desteya Niştîmanî ya Ereb de li pişt birayên xwe yên pêkhateyên din re disekinin û ji rêxistinên navdewletî û hêzên cîhanî dixwezin ku sînorekî ji Erdogan re deyne. Herwiha em ji bang li hikumeta Sûriyeyê dikin ku bi berpirsyariya xwe li hemberî êrîşên Tirkiyeyê ku dixweze Sûriyeyê binpê bike, rabe.”

(jo)