Şêxê Êla El-Hiwêdî kuştî hate dîtin

Cenazeyê yek ji şêxê êla El-Hiweydî Beşîr Feysel El-Hiwêdê kuştî di erebeya wî de hate dîtin.

Şêxê Êla El-Hiwêdî kuştî hate dîtin
2 mijdar, 2018   14:26

REQA

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê li ser agahiyên welatiyan ku kesek kuştî di erebeyeke Honday de ye li nêzî nexweşxaneya zarokan a bajarê Reqayê heye, davilî berê xwe dane cihê bûyerê.

Derket ku mexûdr, şêxê êla El-Hiwêdî Beşîr Feysel El-Hiwêdî ye.

Li gorî agahiyan, El-Hiwêdî bi du guleya demançeya 9 mm di serê xwe de hatiye kuştin.

Tê payîn ku dê Meclisa Sivîl a Reqayê der barê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

ANHA