ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 .11.2018
2 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

_ Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Niviskarên Kurd li Sûriye li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bakurê Sûriye daxuyniyek hevpar dide. Seat 11. 00 ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweprastinê bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Til Koçerê tê veşartin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ibrahîm El-Cemîl konê sersaxiyê tê venda, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Şoreş ji zarokatiya xwe ve, bi rihê xwe yê şorşegerî û girêdana xwe ya bi axa xwe ve dihat naskirin. Bi pêvajoya şoreşê re li gelek eniyên kantona Efrînê berxwedanî kir, herî dawî muhra xwe li berxwedana sedsale ya Kobanê xist. (BI WÊNE).

- Yek ji kesên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hatiye revandin, detayên li girtîgehên dagrikeriya Tirk li Efrînê rû didin eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li vî bajarê her tişt hatiye guhertin, beriya 4 salan ve wekî bajarê tirsê dihat dîtin lê niha bi sîstema xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji tevahî herêmên Bakurê Sûriyê re bûye mîna. Şêniyên vê bajarê piştî ku rêxistinan dev ji sozên xwe yên jinûve avakirinê berdan bi derfetên xwe bajarê ji xwe ji nûve ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Komîteya Tekîliyên Dîplomasî a TEV-DEM Salih Muslîm got ku: “Armanca êrîşên dewleta tirk, tinekirina gelê Kurd û binpêkirina vîna gelê Rojava yê Kurdistanê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriya yê Buroya Tebqayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin û bi êrîşên xeternak bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfeya Jina  Azad a Rojava bi hevkariya Hevya Sor a Kurd der barê nexweşiya penceşêra pêsîran de pêngaveke hişyariya ji nexweşiyê organze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şer ji bîr wan naçin, taxa xwe parastin û hîna jî karê xwe didmînin. Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jin soz dan û sozên xwe bi cih anîn û gotin: "Îro jin ne mîna beriya şoreşê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên YPJ‘ê teqez kirin ku ew ê heya dawiyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û gelê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava, bi dirûşmeya "Ciwanên şoreşger, gelê niştimanperwer, serî hildin Efrîn li benda me ye" Mîhrecana "Dengvedana Efrînê " li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Findên di tarîtiyê de" yekemîn pêşangeha wênesaziyê ya şagirtên navenda Çand û Huner ya Cemîl Horor ya bajarê Helebê li dar dikeve, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku bajarê Reqayê dagir kiribû sivîl ji bo parastina xwe wekî mertalên zindî bi kar di anîn, her dever mayîn dikirin, ji ber vê yekê gelek kesan parçe ji canê xwe winda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên dibistana Ebû Bekir El-Razî, tevî gelek astengiyan di dibitsaneke rûxyayî d perwerdeya xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA