Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî

Têkoşer Şoreş ji zarokatiya xwe ve, bi rihê xwe yê şorşegerî û girêdana xwe ya bi axa xwe ve dihat naskirin. Bi pêvajoya şoreşê re li gelek eniyên kantona Efrînê berxwedanî kir, herî dawî muhra xwe li berxwedana sedsale ya Kobanê xist.

Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
Di berxwedana Kobanê de ciwanekî Efrînî
2 mijdar, 2018   05:20

NARÎN EMÎN –FATIMA ÎBRAHÎM / NAVENDA NÛÇEYAN

Tekoşer Kanîwar Yûsif ku di nava şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bi navê Şoreş Efrîn dihat nasîn li taxa Bustan Paşa ya bajarê Helebê jidayik dibe û li gel dayîka û bavê xwe li ser hezkirina ax û welat mezin bûye.

Malbata Yûsif bi eslê xwe ji gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, bi welaparêziya xwe tê naskirin. Malbat ji xuşk û birayek û dê û bav pêk tê, Kanîwar ê mezin di malbatê de bû.

Bavê Kanîwar sala 1995‘an de bi riya hin hevalên xwe tevgera rizgariya Kurdistanê dinase, ji ber zulm û zordariya rêjîma Baas a li dijî tevgera Kurdî bi awayekî veşartî tev li civînên tevgerê dibû.

Bavê Kanîwar di dema ku xwendina amadehî li Helebê dixwend de, rêjîma Baas tevlêbûna nava partiya Baa li ser wî ferz, lê wî qebûl nekir tev li partiyê bibe, ji ber vê yekê lêpirsîn jê kirin kun as bikin bê ka girêdayî ti partiyên Kurdî.

Kanîwar xwendina xwe ya seretayî li dibistana Şehîd Mihemed Salih a taxa Bustan Paşa ya bajarê Helebê  qedand,  ji ber êrîşên li ser taxê xwendina xwe ya navîn bi dawî nekir. Di wê demê de malbata têkoşer Kanîwar berî didin gundê Eqîbe, Kanîwar li dibistana gundê Eqîbê dixwîne, lê bi nêzîkbûna ezmûnan re dibistanê terk dike û biryar dide ku axa welatê xwe biparêze.

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê têkoşer Şoreş bi rihekî şoreşgerî beşdarî xwepêşandinên li taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dibû.

Li gundê Eqîbe, piştî ku dibistanê terik dike, beşdarî perwerdeyên zimanê Kurdî dibe û du astan bi dawî dike.

Taybetmendiyên wî

Têkoşer Şoreş ji zarokatiya xwe bi çalakbûyîn, exlaq û girêdana xwe bi axa welat ve û dilsoziya xwe bi hevalên xwe re dihat nasîn. Her wiha li hemberî malbatê dilpak bû, civakî bû, ji fotbolê hez dikir.

Bavê Şoreş, Ebdulezîz Yûsif li ser taybetmendiyên kurê xwe dibêje: "Pir rêzdar bû, ji zarokatiya xwe de hez dikir xizmeta welatê xwe bike û di karê ku jê hez dikir dixwest bibe pispor, mîna mezinan difkrî, her tim dixwest parastinê bike. Hîna biçûk bû, dema ku min pirtûkên Kurdî li gel xwe di anîn malê, pirsa wan ji min dikir, dixwest her tiştî têkildarî kurdiyatiyê nas bike. Wekî bavê şehîd ez bang li her ferdekî dikin ku parastina axa xwe bike, ji ber ku komployên li hemberî me zêde dibin, divê em ê yektiya xwe xurt bikin û van komployan têk bibin."

Dayika şehîd Şoreş Zelûx Osman jî dibêje: "Mîna ku bi min ve girêdayî bû, bi axa welatê xwe ve jî girêdayî bû. Rojekê ji min re got, şoreş dîsa dûbaree nabe, divê ez rola xwe di şoreşê de bilîzim, yekî biyanî ji derve nayê û welatê me naparêze. Li ser vê yekê me desteka tevlêbûnê da wî, çavên wî vedibiriqîn wekî ku bêje ez ji ve biryarê paş de naçim."

Birayê şehîd Şoreş Hesen wesyeta birayê xwe yê şehîd bi bîr dixe û wiha tîne ziman: "Beriya ku biçe Kobanê wesyet li min kir, ku ez li malbatên baş binerim. Got; piştî min tu yê mezin di malbatê de ye, li dayik û bavê û xuşikên min ên biçûk baş binere. Ji zarokatiya xwe de dilpak û ji xuşkên xwe yên biçûk hez dikir."

Hesen diyar kir ku birayê Şoreş ew fêrî du astên zimanê Kurdî kir.

Kanîwar 3‘yê Adara 2013‘an piştî ku xatir ji malbata dixwest berê navenda Yekîneyên Parastina Gel. Li gundê Bînê perwerdeyên leşkerî dibîne. Paşê jî beşdarî şerê li hemberî êrîşên komên çete yên li ser gundê Basilê, Xirêbê, Bînê û Basûfanê dibe.

Diçe keleha Berxwedanê Kobanê

Piştî êrîşên komên çete yên DAIŞ‘ê li ser kantona Kobanê  Şoreş bi israra xwe berê xwe dide geleha berxwedanê Kobanê û li hemberî faşîzmaya DAIŞ‘ê bi lehengî şer dike û muhara şehîdên Efrînê li berxewdana Kobanê dide.

Şehadeta wî

Şoreş Efrîn, di 20‘ê Mijdara 2014‘ê de guleyeke sekfanên çeteyên DAIŞ‘ê di destê wî yên çepê re derbasî dilê wî dibe û di destê rastê re derdikeve, beriya ku bighêje nexweşxaneyê şehîd dikeve. Cenzayê bi merasîmeke girsayî tê veşartin.

ANHA