ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 .11.2018
1 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Bi wesîleya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, şahiyek li bajarê Kobanê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê bi boneya 1‘ê Mijdarê şahiyeke li Qada Şehîdên Suryan tê lidarxistin, saet 10:00. Li navçeya Dirbêsiyê jî şahî li Geraca navçeyê tê lidarxistin, li Serêkaniyê li meşeke ji pêşiya Mala Gel dest pê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo bi boneya 1‘ê Mijdarê û bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Barkuê Sûriyê meşeke navendî li navçeya Tirbespiyê li dar dixin, meş ji pêşiya avahiya Kongreya Star dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîs bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm Cemîl ku bi "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû vedişêrin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Helebê ji bo danasîna partiyê civîneke berfireh li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Buroya Helebê têkildarî 1‘ê Mijdarê civînekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji sala 2014‘an ve 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê tê naskirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsale ya Kobanê nîşan dan.

- 3 şervanên YPG‘ê bi çalakiyên bibandor derbeyên giran li hêzên dagirker dan. Her wiha êrîşên zêdetirî 50 çeteyan şikandin ku desteka xwe ji balafiran digirt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Reqayê ketina DAIŞ‘ê li Kobanê bi binketina dewleta desteke dide DAIŞ‘ê bi nav kir û diyar kirin ku serkeftinên Bakurê Sûriyê bingeha xwe ji berxwedana Kobanê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê de li ber çavên cîhanê didomînin. Her wiha çalakiyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel li dijî dagirekaran berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên kantona Girê Spî êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin û gotin: "Mil bi mil em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û bi hevgirtina xwe em ê hêviyên dagirkeriyê bitemirînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku divê gelên cîhanê tişta ku li Efrînê rû dide bibînin û li hemberî destdirêjiyên hovane bi berpirsyarî tev bigerin. Muslim banga alîkariya bi Efrînê re li seranserî cîhanê kir û ku di Roja Kobanê ya Cîhanê de serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmendarên Kurd diyar kirin ku mebesta Tirkiyê ji êrîşên li ser herêma Firatê ew e ku zexeta li ser çeteyên DAIŞ‘ê li Hecîn sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan li ser Kobanê û Girê Spî mayîna DAIŞ‘ê dirêj bike û projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Projeya Mala Mûnê ya girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê amadekirina xwarinên zivistanê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Girê Spî bi boneya 1‘ê Mijdarê û bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî meşekê li dar dixe. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Dirbesiyê destnîşan kir ku wan li ser giliyên şêniyên gundê Kerbatlî Komîteya Rewşên Awarte ji bo çareserkirna pirsgirêka kombûna avê li kolanên gund ava kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA