Girê Spî tê gulebarankirin - HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser sînorê kantona Girê Spî berfireh kirin û 4 gundên kantonê kirin hedef.

Girê Spî tê gulebarankirin - HATE NÛKIRIN
31 cotmeh, 2018   19:35

GIRÊ SPÎ

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên sivik û giran êrîşî bajarê Girê Spî kir, beriya niha bi çend kêliyan gule ber bi gundên Selîb Qiran, Til Fender, Sûsik û Yabise yên kantonê ve reşandin û sivîl kirin hedef.

Li seranserê sînorê kantona Girê Spî tevliheviyek heye. Heta niha tu agahî der barê ziyanên mirovî de bi dest neketine.

(bx)

ANHA