Komeleya Tirkmen êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin

 Komeleya Tirkmen a Minbic û gundewarên wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku van êrîşan bisekinînin.

Komeleya Tirkmen êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin
31 cotmeh, 2018   19:01

MINBIC

Komeleya Tirkmen bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Girê Spî û Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniya komeleyê de wiha hate gotin:

"Bi navê pêkhateyên Tirkmen û Komeleya Tirkmen li bajarê Minbicê em êrîşên dewleta Tirk a dagiker li ser gel û xaka Sûriyeyê (kantonên Girê Spî û Kobanê) şermezar dikin. Gundên ewle dike hedef û dixwaze aramî û ewlehiya Bakurê Sûriyeyê tevlihev bike. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku parastina gelê me ji êrîş û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bikin."

(bx)

ANHA