Şehîdên Cotmehê li Kobanê hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê û endamên saziyên leşkerî yên bajar li goristanan şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn. Şêniyên Kobanê diyar kir dê li ser rêça şehîdan bimeşin û bîranîna wan zindî bihêlin.

31 cotmeh, 2018   18:58

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, endamên Asayîş, YPG û YPJ’ê beşdarî merasîma bîranîna 250 şehîdên YPG, YPJ, Asayîş û HPG’ê yên meha Cotmehê bûn. Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Erka Xweparastinê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku meha Cotmehê ji bo wan girîng e ku şehîdan di vê mehê de bajarê Kobanê bi berxwedaneke bêhempa bi hemû cîhanê da naskirin. Dilbirîn Kobanê da zanîn ku şehîd Arîn û hemû hevalên wê yên fedakar êrîş û şer nedan ber çavên xwe û bi rihekî fedayî bajarê xwe parast.

Li ser navê malbata şehîd Azad, Şêrzad Enter di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got ku şehîd Azad yek ji wan şehîdên şoreşê ye ku ji bo gel û welatê xwe xwest di berxwedana Kobanê de li ber xwe bide. Şêrzad Enter di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê rêya hemû şehîdên şoreşê dewam bikin û em aşiqên vê şoreşê û vî welatî ne."

Piştî axaftinan li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin.

(hh/hk)

ANHA