18 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin-Hate Nûkirin

18 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li civaka navdewletî û hikumeta Sûriyeyê kir ku helwestên xwe têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Bakurê Sûriyeyê diyar bikin û parastina aramiya herêmê bikin.

18 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin-Hate Nûkirin
31 cotmeh, 2018   19:28

QAMIŞLO

18 partî û tevgerên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyeyê de daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re da. Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya El-Muhafizîn a Demokratîk Ednan Izo ve li pêşiya Navenda Têkiliyên Doplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di vê demê de ku xebatên navdewletî çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re dîtin, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Gefên li ser herêmê bi serkeftinên hemleya Bagera Cizîrê re bi serkêşiya QSD`ê li dijî komên terorîst li baregehên wan ên dawîn li Dêrazorê zêde bûn. Tirkiye bi vê yekê dixwaze çareseriya siyasî li Sûriyeyê asteng bike û alîkariya komên terorîst bike. 

Em wek partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelê xwe dikin ku bibin yek, li dijî êrîş û gefên li ser herêmê bisekinin û parastina destkeftiyan bikin.

Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî kiryarên Tirkiyeyê û siyaseta wê ku dixwaze aramiya herêmê tevlihev bike, diyar bikin û parastina aramî û ewlehiya herêmê bikin da ku çareseriyeke siyasî ji Sûriyeyê re peyda bikin. Bi van êrîşan dewleta Tirk a dagirker hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê dike û divê hikumeta Sûriyeyê berpirsyariya xwe diyar bike."

Partiyên ku tev li daxuyaniyê bûne, wiha ne:

Partıya Demokratik a Kurd a Sûriyeyê

 

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)


Desteya Niştimanî ya Erebî


Partiya Muhafizkarên Demokratîk


Partiya Kesk a Kurdistanê


Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê


Partiya Aştiya Demokratîk


Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê


Yekitiya Zehmetkêşan a Kurdistanê


Partiya Yekitiya Suryan


Tevgera Reformê ya Sûriyeyê


Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

YekÎtıya Lîberal a Kurdıstanê


Tevgera Nûjen a Kurdistanê


Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê


Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî)


Partiya Yekitiya Demokartîk a Kurd li Sûriyeyê

(bx)

ANHA