Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên bajarê Mibicê cenazayê endamê hêzên Erka Xweparastinê Elî El-Rizqo ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû, li Goristana Şehîdên Minbicê oxir kir. Her wiha şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn.

Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Elî El-Rizqo hate oxirkirin û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
31 cotmeh, 2018   18:33

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê endamê hêzên Erka Xweparastinê Elî El-Rizqo ji Nexweşxaneya Firat wergirt û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê bi nava Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê hevseroka Komîteya Parastinê ya Minbicê û hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarên wê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Elî El-Rizqo re hate xwestin û hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Her wiha hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin û gelê herêmê bi aramî û ewlehî dijî.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên li ser kantona Kobanê û Girê Spî dixwaze aramî û ewlehiya li herêmê tevlihev bike û hemû destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Ji aliyê xwe ve malbata şehîd Elî El-Rizqo diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soz da ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna wan hatine bidestxistin, bikin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan hemû şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn û soza bilindkirina asta têkoşînê li dijî êrîşên dagirker û çeteyan da.

Paşê wesîqeta şehadeta şehîd Elî El-Rizqo ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Fatma El-Deba ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Elî El-Rizqo di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA