Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Zên Ramadan Xelef ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Girê Spî de şehîd bûbû, oxir kir.

Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
Şêniyên herêma Firatê şehîd Zên Ramadan oxir kir
31 cotmeh, 2018   18:05

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê têkoşer Zên Ramadan Xelef ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Girê Spî de şehîd bûbû, oxir kir.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ibrahîm El-Qeftan, hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismat Şêx Hesen, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, hevserokê herêma Firatê Hemdan El-Ebid û bi sedan şênî tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve dest pê kir. Piştre hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û wiha got: "Em sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re dixwazin. Em destwerdana dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên dijberî gelê me şermezar dikin. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe li dijî herêmên aram îsbat dike ku ew aştiyê ji Sûriyeyê re naxwaze. Her wiha naxwaze gelê me di nav aramî û aştiyê de be."

Îlham Ehmed berdewamkirina berxwedana li dijî hemû êrîşên dagirkera Tirk li dijî Bakurê Sûriyeyê tekez kir. Her wiha Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe hewl dide temenê çeteyên DAIŞ'ê ku hema hindek maye li rojhilatê Firatê tune bibin, dirêj bike.

Ji aliyê xwe ve serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ibrahîm El-Qeftan jî ev tişt anîn ziman: "Divê em bînin bîra xwe, kiryarên Tirkiyeyê yên dema DAIŞ'ê sînor kiribû bin serweriya xwe. Wê demê dewketa Tirk guleyek jî neteqand. Lê belê derî û sînor ji wan re vekirin. Ev îsbat dike ku çeteyên DAIŞ'ê leşkerên dewleta Tirk in û îro Tirkiye hewl dide bi rêya êrîşan wan biparêze."

El-Qeftan wiha domand: "Berê û niha jî em dibêjin em ji danûstandinên ku xwîna gelê Sûriyeyê disekinînin re vekirî ne. Em tenê bi kesên demokratîk û aştiyê ji Sûriyeyê re dixwazin re danûstandinan dikin. "

Piştre wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Şêniyan di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nav dirûşmên li dijî Tirkiyeyê û yên silavkirina şehîdan de spart axê.

(şx)

ANHA