Li herêma Mexmûr teqîn: 1 mirî û 1 birîndar

Li sînorê bajarokê Mexmûr mayînek ku berê hatibû çandin teqiya, di encama teqînê de ji heman malbatê kesek mir û yek jî birîndar bû.

Li herêma Mexmûr teqîn: 1 mirî û 1 birîndar
31 cotmeh, 2018   17:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê êvarî li gundê Eliawa yê dikeve sînorê bajarokê Mexmûr mayînek ku berê hatibû çandin teqiya. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin standin, di encama teqînê de welatiyê bi navê Xanim Eshed jiyana xwe ji dest daye, û bavê wî yê bi navê Eshed Hemde jî birîndar bûye.

Gundê Elîawa dikeve rojavayê bajarokê Mexmûr û 17 kîlometre ji Mexmûr dûre.