PYD`ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin

Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku armanca Enqereyê ji êrîşên li ser kantona Kobanê û Girê Spî ew e ku çeteyên DAIŞ`ê bi dawî nebin. Her wiha tekez kir ku hikumeta Enqereyê dixwaze aloziya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike.

PYD`ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin
31 cotmeh, 2018   17:50

QAMIŞLO

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantonên Kobanê û Girê Spî daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Di daxuyaniyê de hate gotin 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye, di wê rojê de hemû cîhanê destek da berxwedana Kobanê, li dijî terorê bûn yek, tekez kirin ku ew hêza xwe ji pîvanên neteweya demokratîk werdigirin, pîvanên biratiya gelan û jiyana hevbeş çareseriya aloziyê ye û gelê herêmê dikare bi rêya wê azadî û îradeya xwe bi dest bixe.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî alîkarî û desteka ku çeteyên DAIŞ`ê ji dewleta faşîst a Tirkiyeyê digirt lê tu armancên dewleta Osmanî pêk nehatin, berxwedana Kobanê û alîkariya navneteweyî tekez kir ku alîkariyên navneteweyî, fermî û civakî dikarin li dijî hemû xetereyên cîhanê bisekenin û bi taybet li dijî êrîşên ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin. Berxwedana Kobanê diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê rastiyeke dîrokî ye, dikare parastina dozên demokrasiyê bike ku hemû dozan û bi taybet doza kurdî digire nava xwe. Berxwedana Kobanê berxwedana jinan derxist holê ku bi hemû hêza xwe li dijî zilm û terorê têkoşîn kir û li ber xwe da.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantonên Kobanê û Girê Spî bi tundî şermezar kirin û destnîşan kir ku beriya 7 salan ve dewleta Tirk a dagiker bi rêya çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û komên çekdar ên girêdayî El-Qaîdeyê gefan dixwe û bi rêya amûra kuştinê artêşa Tirk a dagirker ku çawa êrîşî bajarê aştî û aramiyê Efrînê kir, Enqere naxwaze çeteyên DAIŞ`ê tune bibin û her tim dixwaze teror berdewam bike.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku gefên Enqereyê û êrîşên wê yên dawîn aşkera dikin ku Enqere naxwaze aloziya Sûriyeyê çareser bibe û diyar kir ku bila haya raya giştî, Neteweyên Yekbûyî û bi taybet ‘Koma Biçûk’ ku erka xwe wek şirîkeke koalîsyona li dijî toerorê bi serkêşiya Amerîkayê û bi hevkariya QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, aloziya Sûriyê di zûtirîn demê de çareser bike, rê li ber tevliheviyê bigire û derfetê nede tu kesî ku li gorî berjewendiyên xwe, di serî de dewleta Tirk a dagirker, tev bigere û parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin bike.

(bx)

ANHA