Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî

Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi armanca pêşxistina çanda xwendinê, li herêmê yekemîn pirtûkxaneya çandî li bajarê Qamişlo vekir.

Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
Li Qamişlo yekemîn pirtûkxaneya çandî
31 cotmeh, 2018   13:41

QAMIŞLO

Bi însiyatifa Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi navê Pirtûkxaneya Amara li bajarê Qamişlo pirtûkxaneyek vekir. Bi dehan rewşenbîr û wêjevanên herêma Cizîrê tev li merasîma vekirina pitûkxaneyê bûn.

Di merasîma vekirinê de hevseroka Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal diyar kir ku armanca wan ji vekirina pirtûkxaneyê ew e ku xebatên çandî û fikrî li herêmê bi pêş bixin. Di pirtûkxaneyê de bi sedan pirtûkên çandî, dîrokî, felsefî, bîrdozî û wêjeyî hene.

Deriyê pirtûkxaneyê li pêşiya hemû hezkiriyên xwendinê vekirî ye.

(bx)

ANHA