Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê di merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Yamin Hesekê de tekez kir ku dê heta dawiyê destekê bidin şervanên QSD`ê û hemleya Bagera Cizîrêya Şerê Tunekirina Terorê.

Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Yamin Hesekê hate oxirkirin
31 cotmeh, 2018   13:56

DÊRAZOR

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD`ê Ayiş Xelef (Yamin Hesekê) li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kir.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD`ê Azad Hesekê axivî û destnîşan kir ku ji bo gelê herêmê ji zilm û zorê rizgar bibe, şehîdan têkoşîn kir, li ber xwe da û di oxira wê de canê xwe feda kir.

Paşê axaftin bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê, saziyên olî, Meclisa Ebû Xeşeb û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya hemû şehîdan hate dayîn.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şervanê QSD`ê Yamin Hesekê di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA