Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere

Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Navenda Klînîkên Nexweşxaneya Gel vekir. Navend dê xizmetên tenduristiyê bê pere ji şêniyan re pêşkêş bike.

Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
Li Hesekê xizmeta tenduristiyê ya bêpere
31 cotmeh, 2018   07:29

DILSOZ DILDAR - HOGIR NECAR / HESEKÊ

Meclisa Tenduristiyê ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Herêmê Cizîrê beriya mehekê navendeke tenduristiyê bi navê Navenda Klînîkên Nexweşxaneya Gel vekir. Ev navend ji navendên nexweşiyên dil, hundirîn, guh, çav, lêzmok, hestî, çerm, nexweşiyên jinan, neştergeriya giştî, zarok, sinîr û diranan hatiye amadekirin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Laleş Şêxo got ku ev gav di çarçoveya rewşa madî ya şêniyan ya dijwar û rewşa tenduristiyê ya herêmê ya paşketî de hate avêtin.

Navend ji bilî roja Înê rojane ji saet 8:00'ê sibehê û heta 15:00'yan dixebite.

Şêxo destnîşan kir ku navend ji hemû aliyan ve ji derman, alav û bijîşkan hatiye amadekirin da ku xizmeta şêniyan bike. Her wiha destnîşan kir ku ew dê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku kêmasiyan derbas bikin.

Bi dehan nexweş hatin dermankirin

Tevî ku navend nû hatiye vekirin jî lê dîsa rojane bi dehan nexweşan pêşwazî dike. Endama rêveber a navendê Ceylan Selman wiha got: "Di destpêkê de hejmara nexweşan kêm bû lê niha rojane em 60 nexweşan pêşwazî dikin." Ceylan destnîşan kir ku haletên ku herî zêde pêşwazî dikin, nexweşên dil û hundirîn in. Her wiha Ceylan destnîşan kir ku ew niha tenê xebatên muayeneyê û taqîkirinê pêşkêş dikin. Di vê demê de nexweş tenê derman ji derveyî navendê dikirin.

Di berdewama gotinên xwe de Ceylan diyar kir ku dê di demeke nêz de dermanxaneyekê li navendê vekin û dermanan bê pere ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve bijîşkê nexweşiyên poz, guh û qirikê Samêr Ebid El-Nezal tekez kir ku karê wan niha tenê muayenekirin e û dê navend hêdî hêdî bi pêş bikeve.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Rêzan Mehmûd ê ku dayika xwe ya nexweş aniye navendê, ev gava Komîteya Tenduristiyê wek gaveke baş pênase kir. Her wiha destnîşan kir ku vekirina navendê barê wan sivik kiriye.

(şx)

ANHA