Şoreşê derfet ji bo derbirîna hestên veşartî afirand

Jina bi navê Enahîta ku ji beriya Şoreşa Rojava bi dizî helbestên Kurdî dinivîsî, niha berhemên wê di pêşangeha gerok a pirtûkan de cih digirin. Enahîta bang li jinan kir û wiha got: “Bila hestên xwe yên bi salan veşartîn derbirin, ji ber ku şoreşê derfet ji bo jinan afirtandiye.”

Şoreşê derfet ji bo derbirîna hestên veşartî afirand
Şoreşê derfet ji bo derbirîna hestên veşartî afirand
31 cotmeh, 2018   07:09

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Di pêşangeha gerok a pirtûkan de ku niha li Serêkaniyê ye, pirtûkên jinek ku ji Serêkaniyê ye bal dikişîne. Enahîta Sîno ku hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a şaxê Serêkaniyê ye hîn di 15 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan dike. Her çendî Enahîta di malbatê de zêde astengî nekişandibe jî, astengiya ji bo zimanê Kurdî ji aliyê rejîmê ve kişandiye.

Enahîta û çend hevalên xwe yên jin ji bo pêşxistina zimanê Kurdî komek veşartî ava dikin û di malê de zimanê xwe yê Kurdî pêş dixin. Heman demê de berhemên xwe komî ser hev dike. Enahîta li gel hemû astengiyan jî di sala 2002’an de pirtûka helbestan a bi navê “Hestên ji Damarên Xabûr” çap dike. Dîsa Enahîta û 3 hevalên xwe yên jin tevî hevalekî  komxebatekî dikin û Kovara Bablîsok derdixin. Lê mixabin ji bo rewşa siyasî ya ku heyî tenê karîne 3 hêjmaran derxin.

Enahîta piştî Şoreşa Rojava du pirtûkan derdixe. Yek ji wan pirtûka helbestan bi Erebî (Min nivîsan ji ber ku ez ji te hez dikim) û pirtûka çîrokan bi Kurdî (Teriya Kûçik) çap dike. Niha li pêşangeha gerok a pirtûkan de ku li Serêkaniyê hat vekirin hersê pirtûkên Enahîta cih digirin.

Jina nivîskar Enahîta li ser giringiya nivîskariya jinê ji ajansa me re axivî. Enahîta diyar kir ku jin du car zemhetiyê dikişîne, yek ji aliyê civakê ve ya din jî ji aliyê sîstema dewletê ve. Enahîta got ku divê li hemberî van astengiyan jin bi cesaret be û tiştên di fikrê xwe de bê tirs binivîse.

Enahîta destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, jinê di şoreşê de cihê xwe di pêş de girt û wiha got: “Jinê wek hemû aliyan di nivîskariyê de jî bi şoreşê re xwe pêş xist. Ev pêşangeh jî berhemê vê şoreşê ye, ez pir kêfxweş im.  Ji ber astengiyên civak û sîstemê me jinan hertim hestên xwe veşartine. Ez bang li jinan dikim ku bila berhemên xwe derxin. Ji ber ku şoreşê derfet ji bo me jinan afirandiye.”

(kc)

ANHA