'Ocalan şêwazên şerê taybet bi me dan naskirin’

Şêniyên ku bi Ocalan re rûniştine, diyar kir ku di hevdîtin xwe yên bi Ocalan re şêwazên şerê taybet a ku dijmin der heqê gelê Kurd de bi kar tîne, nas kirine.

'Ocalan şêwazên şerê taybet bi me dan naskirin’
31 cotmeh, 2018   07:43

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dema ku Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan li Lubnan û Sûriyeyê bû, gelek niştîmanperwerên Kurd pê re rûniştin û beşdarî gelek civînan bûn ku bi armanca nasandina têkoşeran bi siyasetên pergalên kapîtalîzmê û şêwazên şerê taybet ku gelên azadîxwaz kiribûn hedef li dar xistibûn.

Şêniyê bi navê Hesen Bekir ê ji gundê Bîbaka yê girêdayî navçeya Bilbilê, dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bû, di sala 1988'an de pê re rûniştiye. Bekir destnîşan kir ku piştî hevdîtina wî bi Ocalan re jiyana wî hatiye guhertin û wiha domand: "Ocalan ji me re behsa dîroka Kurdistanê û siyasetên dewletên dijberî gelê Kurd kir. Wê demê ez tê gihîştim ku em çi qas hatine pişaftin. Ji lew re wê civînê guhertinên girîng di jiyana min de çêkirin. Piştre nêrîna min li ser jiyana ku em di bin bandora dijmin de dijîn, hate guhertin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Bekir diyar kir ku wan heta ku Ocalan bibînin gelek zehmetî kişandine û wiha pê de çû: "Ocalan li Lubnanê bû. Ji bo ku em wî bibînin, em bi awayekî qaçaxî derbasî Lubnanê bûn. Em neçar man rojekê bimeşin û paşê di nîvê şevê de em derbasî Lubnanê bûn û em gihaştin Kampa Mahsûm Korkmaz. Em li benda sibehê man da ku em Ocalan bibînin. Di sibehê de Ocalan bi me re civiya û ji me re şêwazên şerê taybet ku dijmin der heqê me de bi kar tîne, xuya kirin. Di wê demê de em bi hewcedariya kesekî mîna wî bûn. Ji ber ku em ne di wê astê de bûn ku em jib o doza gelê Kurd têkoşînê bimeşînin." 

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Nêroz Xelîl a ji gundê Mamila yê girêdayî navçeya Mabata wiha axivî: "Di sala 1993'yan de li bajarê Şamê ez bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştim. Ji ber xîtaba wî ya bihêz û balkişandina wî ser şêwazên şerê taybet ku dijmin der heqê gelê Kurd de dimeşîne, gelek ciwan tev li tevgera azadiya Kurdistanê bûn. Ji ber bandora wî, me dest bi têkoşînê kir û em di nav gel de xebitîn."

Nêroz tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd hatiye ferzkirin şermezar kir û wiha got: "Roj bi roj tecrîd girantir dibe. Ev siyaset destnîşan dike ku hêzên mezin bi rêya dewleta Tirk dixwazin tecrîdê bikin rûtîn û bandora wî tune bikin. Lê ev siyaset xuya ne û em ji Ocalan fêr bûne; em ê teslîmkariyê qebûl nekin û me soz daye ku em ê xebat û têkoşîna xwe bidomînin û em ê fikra neteweya demokratîk di nav hemû civakan de belav bikin."

(şx)

ANHA