Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin

Zêdeyî 400 zarokên Efrînê bi nexşeyên xwe li ser tabloya 205 mîtreyan serpêhatiyên xwe nîşan dan.

Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
Zarokên Efrînê serpêhatiyên xwe bi nexçeyan vegotin
30 cotmeh, 2018   16:29

ŞEHBA

Bi armanca alîkariya zarokên Efrînê yên di Kampa Serdem a kantona Şehbayê de hatine bicihkirin û ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan, bi sponseriya 3 şêwekaran Henîf Hemo, Erdelan Îbrahîm û Nûrî Ednan û ajansa RûMaf a nûçeyan beriya du rojan tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre di Kampa Serdem de hate danîn. Nêzî 400 zarok hestên xwe li ser vê tabloyê nexişandin.

Zarokên temenên xwe ji 6 heya 15 salî hestên xwe û serpêhatiyên xwe yên li kantona Efrînê û kantona Şehbayê û sirûşta Efrînê nexş kirin.

Çalakiya nexşandina tabloyê piştî  ku Kampa Serdem a kantona Şehbayê û li dibistaneke navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate lidarxistin, îro ango roja dawî li dibstana Sewaqa ya navçeya Fîfînê hate lidarxistin. Derdora 400 zarokî tişta ku li Efrînê rû daye û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê nexş kirin.

 Derbarê mijarê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Şêwekar Henîf Hemo got: "Piştî ku em ji Efrînê hatin derxistin û li kampan bi cih bûn, min dîtin ku zarok serpêhatiyên ku li Efrînê ji şer û koçberkirin û êşê dîtine dibêjin, fikreke ket bala min ku alîkariya zarokan bikin û bihêlim bîranîn û serpêhatiyên xwe yên bi êş bi nexşeyan vebêjin. Min hêvî dikir ku  rêxistineke alîkariya zarokan van nexşeyan bighînim derve lê çênebû. Em kêfxweş in ku me bi vê çalakiyê dikarî dilê zarokan şad bikin û peyama berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ji cîhanê re raghînin."

Endama Ajansa Romaf Neda El-Hisên jî diyar kir ku armanca wan ji tabloyê zarokên Efrînê ku neçarî koçberiyê hatine kirin, hestên xwe li ser tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre nexşe bikin û rastiya binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî zarokên Efrînê ragihînin.

‘Ez dixwazin vegerim Efrînê‘

Zarokê bi navê Hanî Hiso, rêya derketina wan a ji Efrînê li ser tabloyê neşxand dibêje: "Dema em ji Efrînê hatin derxistin em di rewşên pir zehmet re derbasî bûn, ya herî bi êş riya Çiyayê Ehlam, li ser rê gelek sivîl ji ber êrîşên Tirkiyê mirin."

Zaroka bi navê Ferîda Bîlan jî wêneyê dayikeke digirî saz kiriye, dibêje: "Ev dayika şehîdan, dema ji Efrînê derdikeve digirî. Bi vê yekê ez dixwazim bêjim ku em dixwazin vegerin Efrînê."

Abdullah Helawî jî balafirên dagirkeriyê Tirkiyê ku Efrînê bombebaran dikir nexşandiye.

ANHA