Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  cenazeyê şehîdê êrîşê dagirkeriya Tirkiyê ya li ser gundê Zormexarê û şervanekî li Minbicê şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Cenazeyê Mihemed û Selîm bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
30 cotmeh, 2018   17:01

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de şêx û rûspiyên herêmê, endam û rêveberiyên saziyên sivîl, fermandarên leşker ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hûtî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Zormexarê yê rojavayê Kobanê şehîd bibû û Selîm Mihemed ku li bajarê Minbicê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê kom bûn.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Di merasîmê de Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî. Kobanê di axaftina xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyê şermezar kirin û got: "Dagirkeriya Tirkiyê ji azadî û hevgirtina gelan ditirse, ji ber vê yekê hewl dide projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe. Êrîşên wê yên li ser herêmên me dilîlê vê yekê ye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan destekê dide komên çete li Sûriyê da ku xeta azadkirina gelan asteng bike."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî axivî û diyar kir ku QSD‘ê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî niha çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha wan a dawî li Dêrazorê têk dibin û anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze tola binpêkirinên çeteyan hilîne û wiha domand: "Pêwîste dewletên cihê xwe di Koalîsyona Navdewletî de digire helwest xwe ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk a beriya du rojan li ser gundên rojavayê Kobanê diyar bike."

Enwer Muslim, diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser deverên sivîlan piştî lûtkeya çaralî ya Stenbolê pêk hat û got, ev yek dide helwesta welatên di lûtkeyê de beşdar bibûn diyar dike, ku heya niha êrîş şermezar nekirine.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdbûnê yên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA