Balafirên şer ên Tirk gundên Amêdiyê bombebaran dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gel devera Nêrwe gundê Rêkan yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Balafirên şer ên Tirk gundên Amêdiyê bombebaran dike
30 cotmeh, 2018   15:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk devera Nêrwe û gundê Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya bajarê Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya ANF‘ê, balafirên şer di van saetan de devera Nêrwe û gundê Rêkan digerin û bombeyan li deverê dibarînin.

Têkildarî ziyanên bombebaranê agahiyên zelel nehatin bidestxistin.