Pompa avê ya bakurê Reqayê hate pêxistin

Komîteya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê pompa avê vexwarinê y gundewarên bakurê Reqayê pêxist. Pomp ava vexwarinê dighîne zêdeyî 15 hezar kesî.

Pompa avê ya bakurê Reqayê hate pêxistin
Pompa avê ya bakurê Reqayê hate pêxistin
Pompa avê ya bakurê Reqayê hate pêxistin
Pompa avê ya bakurê Reqayê hate pêxistin
30 cotmeh, 2018   15:27

REQA

Komîteya Avê pişt bi dawîkirina xebatên sererastkirina pompê ava vexwarinê, îro bi amadebûna hejmarke fermandarên QSD‘ê û endamên Meclisa Gel a Mezreya Esediyê pomp pêxist.

Pompa avê ku dikeve bakurê kargeha şekir avê dide derdora 15 hezar kesên li gundên Tiwêhîna, Nesîm, Şinîşa Rojava û Şinîşaya Rojhilat, devera furqeya leşkerî ya 17 ya girêdayî rêjîma Baas.

Der barê de mijarê berpirsê projeyê endizyar Fewaz El-Îbrahîm anî ziman " Proje pêşkêşî rêxistinan hate kirin û wan daxwaza 11 mîlyon lîreyên Sûrî kir, lê Komîteya Avê bi derfetên xwe di nava 15 rojan de pomp sererast kirin. Pomp di deqeyekê de 250 m3 av ber dide."

El-Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê pomp rojane 8 saetan pêxin.

ANHA