Îsraîlê êrîşî karwanekî çekên Îranê kir

Li gorî malpera KAN a Îsraîlê hêzên ezmanî ya Îsraîlê li dijî karwanekî çekên Îranê ku ji Hizbullah re dihatin şandin êrîşek pêk anî. Malperê diyar kir ku di karwan de fûzeyên pêşketî hebûn.

Îsraîlê êrîşî karwanekî çekên Îranê kir
30 cotmeh, 2018   12:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha borî de Serokwezîr Îsraîlê Binyamîn Natanyaho di Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî de hişyarî da ku Îran hêza Hizbullah a leşkerî xurt dike û wiha got: "Li Lubnanê Îran Hizbullah ber bi avakirina baregehên veşartî ve dibe û hêza wê xurttir dike."

Natanyaho got van fûze dibe ku li dijî kûraniya Îsraîlê bi dehan kîlomîtreyan bêne avêtin û Hizbullah welatiyên sivîl ên Beyrûtê weke mertalên zindî bikar tîne û sê baregehên fûzeyan li rex balefirgeha Beyrûtê ava kirine.

Her wiha hişyarî da ku Îsraîl dê tedbîrên pêwîst bigire da ku parastina xwe ji hewldanên Îran ya çekkirina Hizbullah bike.