Di teqîna rojhilatê Iraqê de, kuştî û birîndar çêbûn

Di teqîna li gundekî parêzgeha Diyala ya li aliyê rojhilatê Iraqê de, kuştî û birîndar hene.

Di teqîna rojhilatê Iraqê de, kuştî û birîndar çêbûn
30 cotmeh, 2018   13:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina  Ewlehariya Iraqê, ragihand ku îro di teqîna li gundekî parêzgeha Diyala ay rojhilatê Iraqê de kuştî û birîndar hene.

Navendê di daxuyaniya xwe de got:"Mayînek li ser rêya gundê Baba Mehmûd a li herêma Xaniqîn a parêzgeha Diyale, hatibû çandin teqiya û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan."

Navendê ragihand ku di teqînê de 7 sivîl birîndar bûn û piraniya wan jin in.

(jo)