Alîkariya madî li koçberên kampa Eyn Îsa hate belavkirin

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya yek ji rêxistinên wê alîkariya madî li koçberên kampê belav kirin.

Alîkariya madî li koçberên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkariya madî li koçberên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkariya madî li koçberên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
30 cotmeh, 2018   12:44

GIRÊ SPÎ

Ji ber rewşa madî ya koçberan a ne baş, ji ber zehmetiyên di peydakirina madeyên xwarinê de, nexebitandina mutfexa kampê û hatina demsala zivistanê alîkariya madî li koçberan hate belavkirin.

Rêveberiya kampê bi hevkariya yek ji rêxstinên ku di kampê de dixebitin alîkariya madî li koçberan belav kirin.

Alîkarî li gorî endamên malbatê tê belavkirin. Malbata ku ji 2 kesan pêk tê 7 hezar lîreyên Sûrî, malbata ku ji 3 – 7 endaman pêk tê 20 hezar û 900 lîreyên Sûrî û ya ji 8 endaman pêk tê 27 hezaran distînin.

Nêzî 13 hezar koçber (2 hezar û 400 malbat) di kampê de dijîn.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf destnîşan kir ku ji ber kêmbûna alîkariyên ku li koçberan têne belavkirin, her meh madeyên xwarinê li wan tê belavkirin û ev yek jî têrê nake, alîkariya madî li koçberan hate belavkirin.

El-Eyaf bang li rêxistinên mirovahî kir ku pêwîstiyên demsala zivistanê ji koçberan re peyda bikin.

Ev cara yekemîne ku alîkariyên madî li koçberan têne belavkirin û ev yek heta 3 mehan  dê dewam bike.

(bx)

ANHA