Li Çelê artêşa dagirker derbe xwar

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê eşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan li bejahiya Çelê 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Li Çelê artêşa dagirker derbe xwar
30 cotmeh, 2018   12:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me roja 29'ê Cotmehê saet 18:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 29'ê Cotmehê saet navbera 17:30 û 19:30'î bombe li qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."