Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite

Pompa Til El-Semin ku 16 hezar hektar zevî li bakur û rojhilatê gundewarê navçeya Eyn Îsayê av dide, di demeke nêz de wê ji nû ve bixebite. 

Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite
Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite
Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite
Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite
Pompa Til El-Semin wê ji nû ve bixebite
30 cotmeh, 2018   08:11

EHMED EL-KIMYAN-TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Rêxistina Afaq El-Cedîda bi hevkariya komîteyên çandiniyê yên bajarê Reqayê û navçeya Eyn Îsayê bi rêjeya ji sedî 50 ji projeya sererastkirina pompa Til El-Semin temam kirin.

Pompa Til El-Semin 16 hezar hektar zevî li bakur û rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê av dide û her wiha ava vexwarinê ji dehan gundên navçeya Eyn Îsayê û kantona Girê Spî re peyda dike.

Di dema dagirkirina DAIŞ'ê li herêmê û beriya qewrandina wê ji hêla QSD'ê ve beriya du salan, çeteyan bi zanabûn pomp talan û wêran kirin.

Ji bo sererastkirina pompê, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê bi Rêxistina Afaq El-Cedîda re peymanek bi lêçûnek gihîşt 259 hezar dolar mohr kir û ji 22`ê Îlonê ve dest bi xebatên sererastkirinê kirin.

Piştî derbasbûna 37 rojan ji destpêkirinê, proje bi rêjeya ji sedî 50 temam bûye.

Li gorî Komîteya Enerjiyê û Hevgihînan a Meclisa Sivîl a Reqayê di van rojên derbasbûyî de kehrebe gihandin stasyonê û her wiha hindek kablo dirêj kir û stasyonên vaguhestina enerjiyê sererast kir.

Têkildarî mijarê Berpirsê Buroya Ragihandina Rêxistina Afaq El-Cedîda Hisên El-Metar destnîşan kir ku heta niha gelek beşên pompê sererast kirine.

Li gorî Hisên El-Metar, derdora ji sedî 75 ji madeyên bingehîn ji bo xebitandina pompê ji derve anîne. Her wiha beşa mayî dê di demek kin de bînin.

Tê payîn xebatên sererastkirina pompê meha Kanûnê bi dawî bibe û pompe jinûve dest bi bixebite.

(şx)

ANHA