Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir

Heyva Sor a Kurd li gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê navendeke tenduristî beriya niha bi demekê vekir û di mehekê de hezar û 318 nexweş derman kirine.

Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
Navenda tenduristî ya Şêrawa zêdetirî hezar nexweşî derman kir
30 cotmeh, 2018   07:41

ARIF SILÊMAN – TOLÎN / ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd navendeke  tenduristiyê li gundên navçeya Şêrawa yên Başmirê, Gundê Mezin, Kalotê, Biric El-Qas, Zirnêt û Miyasê da ku şêniyên wan gundan derman bike. Di navendê de du tîm ji bo dermankirina nexweşan nobetê digirin.

Her tîmek ji 4 kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd pêk tên. 24 saetan noqte vekiriye û embulnasek ji bo rakirina nexweşan jî heye.

Bi dehan şênî rojane berê xwe didin navendê. Navendê di mehekê de bi zêdetirî hezar kesên ku bi nexweşiya weke tansiyon, iltîhaba cigerê û zarok derman kirine.

Derbarê mijarê de, Endama Heyva Sor a Kurd Zîlan Mihemed ji ajansa me re axivî.

Zîlan got ji bo dermankirin û parastina nexweşan wan navendeke tendurstiyê vekirin û wiha dewam kir:"Pêwîstiya şêniyên gundan bi navendeke tenduristiyê hebû, ji ber ku nexweşxane dûrî wan in. Em gelek nexweşiyên weke tansiyon, nexweşiyên zarokan û jinan û iltîhaba cigerê, derman dikin."

Zîlan di dawiya axaftina xwe de got di mehekê de navendê hezar û 318 nexweş derman kirine.

(jo)

ANHA