Mijarên rojnameyên erebî îro behsê kirine ev in

Ji dema ku Tirkiyeyê hin herêmên bakurê Sûriyeyê dagirkirine ve dest bi siyaseta tirkkirina van herêman kiriye û êdî zimanê Tirkî di hemû dibistanên van herêman de tê perwerdekirin.

Mijarên rojnameyên erebî îro behsê kirine ev in
30 cotmeh, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa berdewama binpêkirina agirbestê li devera bêçek a Idlibê û siyaseta tirkkirinê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne kir. Rojnameyan bal kişandin ser xebatên siyasî yên avakirina hikûmeta Lubnanê û rewşa ewlehî li Iraqê û aloziya aborî ya Tirkiyeyê û hin mijarên girîng ên din.

El-Heyat: Zêdebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê rê li pêşiya binpêkirina agirbest negirt

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa rewşa devera bêçek a Idlibê kir û diyar kir ku tevî Tirkiye hêza xwe ya leşkerî li Idlibê zêde dike binpêkirina agirbestê ji aliyê hêzên rêjîmê û tabûrên çekdar berdewam e. ev mijar Tirkiyeyê rûreş dike û hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê li hemberî têkçûnê rû bi rû dihêle. Tabûrekî çekdar ku ji koçberên ji herêmên rojhilatê Firatê pêk tê xwe heland.

Hêzên rêjîmê gelek gund û bajarokên gundewarê bakurê Hemayê topbaran kirin. tişta balkêş ew e ku topbarana wê li dijî bajaroka Mork ku yek ji xalên çavdêriya Tirkiyeyê ye topbaran kir.

Şerq El-Ewsat: Tirkiye ji bo hebûna xwe li bakurê Sûriyeyê mayînde bike tevdigere

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa raporeke AFP kir ku behsa siyaseta tirkkirinê li herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine û diyar kir ku ji pirtûkên dibistanan heta bi textenavên li ser riyan û heta şîrketên keherebe, postexane û alûgor Tirkiye bi zimanê xwe û saziyên xwe serweriya bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya wê û tabûrên ku alîkariya xwe ji Enqere werdigirin.

Di destpêka sala xwendinê ya niha de, Meclîsa Hundirîn a Ezazê biryar girt ku waneyên zimanê Tirkî li meteryala dibistanan were zêdekirin û 18 hezar şagirtên Ezaz û gundewarê wê bi Tirkî bêne perwerdekirin.

Serokê Meclîsa Hundirîn a Ezazê Mihemed Hemdan Kino diyar kir ku di meteryalên berê de herdu zimanên Ingilîzî û Fransî hebûn lê îsal û di encama nêzîkbûna bi birayên Tirk re û piştî civîneke mamoste û rêveberan biryara hate girtin ku madeya zimanê fransî bi zimanê Tirkî were guhertin û wiha domand: "Tirkiye dewleteke sponseriya herêmê dike. Bê guman zimanê tirkî paşerojeke baştir ji zarokê Sûriyeyê re tîne."

Mamosteyê zanîngehê û lêkolînerê karûbarên Tirkiyeyê di zanîngeha Dîsayliz Ehmed Yayla dibîne ku Tirkiye hewl dide hebûna xwe di Sûriyeyê de mayînde bike û wiha dibêje: "Tirkiye gelek saziyan li van bajaran birêve dibe. Evan herêm fermî nabin beşekî ji Tirkiyeyê, lê Tirkiye dê serweriya li ser erdê bike."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de jî rojnameya El-Ereb behsa xebatên siyasî yên Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Civînên Qahîreyê ji bo dorpêçkirina nakokiyên di hundirê Kongra Gelêrî ya Giştî de berdewam dibin."

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çareserkirina girêkoka 'El-Qiwat' avakirina hikûmeta Lubnanê bi lez dike".

Rojnameya El-Ereb jî ji aliyê xwe ve manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah rewşa heyî li ser El-Herîrî ferz dike."

Siûdiyê

Girêdayî mijarên Siûdiyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Siûdiyê amadekariyên xwe ji bo perwerdekirina 'Mertala Ereb-1' bi dawî dike."

Iraq

Der barê mijarên Iraqê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevgerên leşkerî li nêzî deverên sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tevgerên leşkerî yên Îraq ji bo parastina sînorê bi Sûriyeyê re".

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa şahiya li balefirgeha Stenbolê ku Erdogan û gelek rayedarên Tirkiyeyê beşdar bibûn kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "vekirina balefirgeha Stenbolê ya mezin  naveroka aloziyên Tirkiyeyê bi bîr tîne."