ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 .10.2018
30 cotmeh, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Kobanê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hûtî yê ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundê Zûrmixarê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Qamişlo ji bo şervanê YPG‘ê Bahoz Qamişlo û Gerîlayê HPG‘ê Bilind Çiyê konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan tê vedan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîmê bîranîna şehîdên meha Cotmehê li Goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Raxib El-Faris got, ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Herêma Bakurê Sûriyeyê tekane herêma Rojhilata Navîn a ku gelên wê adet û kevneşopiyên bi hevre pêk tînin. Ev adet  giyana kultur, resenî, dildarî û têghiştina olî û exlaqî û jiyanî di navbera hev du de vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mirî El-Şibî dagirkirina Tirkiyê li Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze senaryoya Lîwa Iskenderun dûbare bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi armanca birêxistinkirina jinên koçber yên Kampa Tiwêhniyê ya bakur rojavayê bajarê Tebqayê Mala Jin a kampê xebatên perwerdekirina û li organîzekirina semînerên bîrdozî didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî ku çeteyan milkê wê talan dikin, ji kavilên li ser rê dikanek vekiriyê û pê debara malbata xwe bi cih tîne, dibêje ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî şert û mercên dijwar bidomîne ta Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê di  roja duyemîn de berdewam dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4. Mîhrîcana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê bi dirûşmeya "Mîhrîcana Gelan" li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên şêwekar û Ajansa Rûmaf a Nûçeyan ku li Kampa Serdemê hatiye organîzekirin didomin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Heyva Sor a Kurd li navçeya Şêrawa ya Efrînê piştî vekirina navenda tenduristiyê li gundên navçeyê di mehekê de hezar û 318 nexweş derman kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Afaq El-Cedîda bi hevkariya komîteyên çandiniyê yên bajarê Reqayê û navçeya Eyn Îsayê bi rêjeya ji sedî 50 ji projeya sererastkirina hilmija Til El-Semin temam kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya Giştî ya Rêveberiya Aşan a Reqayê ji bo peydakirina arvan ji 81 firinên bajarê Reqayê û gundewarê wê re dixebite. Her wiha rêveberiyê bi armanca peydakirina nan ji şêniyan re hewl dide firinên nû vebike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberê bi navê Welîd El-Hesen dema ku şivantiyê dike, di encama guleyekê de di pişta xwe de birîndar dibe û felc dibe. Niha li ser rê basteyek vekiriye û derbara xwe peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşar û Xidir qurbanên zewaca xizman in. Her dû jî di mejiyên xwe de astengdar in. Piştî wefata dê û bavê wan, xwişka wan Eweş û hevjîna birayê wan ê mezin wan xwedî dikin. Eweş bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Kooperetîfan a navçeya Girkê Legê bi armanca xurtkirina rêgeza aboriya komînal û têkiliyên civakî di navbera çînên civakê de hewl dide kooperetîfên din vebike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA