Rayedarekî MSD: Tirkiyê hewl dide senaryoya Lîwa Iskenderûn dûbare bike

Rayedarê MSD Mirî El-Şibî got ku dewleta Tirk dixwaze senaryoya Lîwa Iskenderûn dûbare bike û got ku ev jî komploya herî xeternak a li ser axa Suriyê ye.

Rayedarekî MSD: Tirkiyê hewl dide senaryoya Lîwa Iskenderûn dûbare bike
30 cotmeh, 2018   05:20

MIHEMED EBDO / HELEB

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şiblî li ser çarenûsa herêmên Sûriyê yên ji aliya dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji ajansa me re axivî.

El-Şiblî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bûyerên li Sûriyê rû didin komployek e ku gelê Sûriyê berdêlê wê dide û wiha got: "Komploya herî xeternak, dewleta Tirk e,  ku demografiya herêmên Sûriyê diguhere û senaryoya parçekirina Sûriyê mîna  senaryoya Lîwa Iskenderûn dûbare bike."

El-Şiblî destnîşan kir ku nakokî di navbera daxuyaniyên serokê AKP‘ê Recep Teyyîp Erdogan û pratîkkirina wan li ser erdê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Erdogan dibêje ku wê li herêmê aramiyê pêk bîne, lê binpêkirinên wî yên li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê berevajî vê yekê diyar dike. Erdogan nasnemeya Sûrî bi ya Tirkî diguhere, wê demê wê çawa kesekî Sûrî nasnemeya Tirkî bigire."

Mirî El-Şiblî da zanîn ku Tirkiyê armanc dike ku postexaneyeke girêdayî xwe li bajarê Babê veke û got: "Her wiha dibêje dê bajareke mezin a pîşesaziyê veke ev bajar jî dê girêdayî meclisa aborî ya bazirganên Tirk be, dê riyeke di navbera navçeyên Tirkiyê û bajarên Sûriyê yên ku dagirkirin e, wekî ostostrad Raco- Hatayî veke û li hemû herêmên dagirkirine alên Tirkî wê werin hildan."

El-Şiblî di nava axaftina xwe de, diyar kir ku polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê dema mêtîngeriya Fransa li Sûriyê tîne bîra mirov ku Lîwa Iskenderon ji Sûriyê qut kirin, heman tişt li herêma Kilîkiya ku girêdayî dewleta Ebasî bû niha jî bûye herêmeke Tirkî. Mirî El-Şiblî got: "Em dikarin bêjin ku Erdogan hewl dide dîrokê dûbare bike."

Endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê Mirî El-Şiblî anî ziman ku"Yê dibêje ew ê bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagir bike em şerê wan bikin, em çand û dîroka xwe biparêzin, delîlê vê yekê şerê me yê li hemberî DAIŞ‘ê li Hecîn û Dêrazorê ye."

El-Şiblî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê li Sûriyê qebûl nakin û wiha domand: "Em ê mafê xwe yê dîrokî vegerînin, hêvî ji dewleta Sûriyê dikin ku destura nû ya Sûriyê bi riya danûstandinan were amade kirin ku mafê hemû gelên Sûriyê mîsoger bike, her wiha hemû dagirkirkerên ku dixwazin waka me parçe bikin, biqewtînin."

ANHA