‘Ji bo ku aştî li herêmê pêk were divê dawî li tecrdîkirina Ocalan were’

Şêx Raxib El-Faris got, ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were divê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

‘Ji bo ku aştî li herêmê pêk were divê dawî li tecrdîkirina Ocalan were’
30 cotmeh, 2018   06:29

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Dewleta Tirk bi serkêşiya hikûmeta AKP‘ê tecrîdeke girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Li hemberî vî tecrîdê nerazîbûnên gelên herêmê roj bi roj zêde dibe.

Yek ji şêxên êla El-Zubeyîd li herêma Cizîrê Faris El-Raxib têklidarî mijarê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî pêkanîna aştiyê li herêma Rojhilata Navîn disekine, dest li welatên cîranê wer dide da ku berjewendiyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, lewra destekê dide terorîstên li Sûriyê.

Dewleta Tirk ji ramanên Ocalan ditirse

Şêx Raxib El-Faris destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ramanên Ocalan ditirse ku li herêmê belav bibe, ji ber vê yekê hemû qanûn û pîvanên navdewletî bin pê kiriye û tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz kiriye. El-Faris got: "Tirkiyê baş dizane ku aştiyê li Rojhilata Navîn di pêkanîna fikr û felsefeya Ocalan de pêkan e, ev yek li dijî polîtîkeyên wê yên mêtîngeriyê ye."

Raxib El-Faris di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku, dewleta Tirk dît ku çawa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li felsefeya Netewa Demokaratîk derketine ya ku Ocalan pêşkêş kirine û hevgirtina xwe xurt kirine û ev tişt anî ziman:"Ramanên Ocalan mîmar û şoreşger afrandine ku di oxira têkbirina terorê li herêmê canê xwe feda kirine."

Dewleta Tirk naxwaze aştî li Sûriyê pêk were

Şêx Raxib El-Faris teqez kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve tavilî destwerdan li Sûriyê kir da ku berjewendiyên xwe yên mêtîngerî pêk bîne û destek da komên terorîst ji bo nehêle  aştî li Sûriyê pêk were, paşê jî beşek ji Sûriyê dagir kir.

Raxib El-Faris got: "Li herêmên ku aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin şênî rastî kiryarên ne mirovî tên, lê nêzîkatiyên bi vê rengî ji bo dewleta Tirk ne tiştekî nû ye. Gelan bi sedan salan e di bin dagirkeriya Osmaniyan de rastî heman kiryaran dihatin, îro ev kiriyar li hemberî gelê Sûriyê dûbare dibe."

Çareserkirina aloziya Sûriyê bi danûstandinên navxweyî pêkan e

Şêx Raxib El-Faris banga derxistina dagirkeriya dewleta Tirk ji Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Wekî gelê Sûriyê, em bi danûstandinên Sûrî-Sûrî re ne, hemû cureyên mudaxeleyên derve xizmeta gelê Sûriyê nake. Tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê modêl e."

Her wiha Şêx Raxib El-Faris banga bidawîkirina tecîrda li dijî Ocalan kir û got, ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were pêwîste dawî li tecrîdê were anîn, ji ber ku Ocalan mîmarê yekem e di serdemê ye ku banga aştiyê li Rojhilata Navîn kiriye.

ANHA