Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike

Piştî serweriya ewlehî û aramiyê li bajarê Reqayê, hejmareke mezin ji şênî û xwediyên dikanan vegerîn bajêr. Di encamê de gelek kargehan deriyên xwe ji nû ve vekirin. Bi wê re gelek derfetên kar ji şêniyan re hatin peydakirin.

Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
Kargeha hesin derfetên kar li Reqayê peyda dike
29 cotmeh, 2018   10:08

HEMED EL-MISTEFA - FECIR EL-XALID / REQA

Kargeha jinûvebikaranîna hesin a ku dikeve rojavayê bajarê Reqayê, bi armanca peydakirina derfetên kar û bicihanîna daxwazên herêmê ji hesin, piştî 5 salan ji nû ve hate vekirin.

Kargeh girêdayî Maliya Giştî ya bajarê Reqayê dixebite. Hesin ji avahiyên giştî yên ku bi temamî wêran bûne tê komkirin û radestî kargeha hesin tê kirin. Kargeh miqdara hesinê komkirî, bi rêya alavan tîne rewşa ku ji nû ve were bikaranîn.

Hêza hilberînê ya kargehê ya rojane di navbera 5-8 tonan de ye. Ji aliyê aborî û malî ve kargeh nirxên hesinê ku ji derve tê, bi qasî ji sedî 20 kêm kiriye. Her wiha kargeh bi hewcedariya derdora 40-50 karkeran, fenî û kadroyek di xebitandina alavan de pispor heye.

Çavdêrê kargehê Mistefa El-Ebid li ser rola kargehê û girîngiya wê axivî û wiha got: "Ji ber ku piraniya kargehan an hatine talankirin û wêrankirin û yan jî xwediyên kargehan, karker û kesên xwedî tecrube koçber bûne. Îro tevgera avahîsaziyê li Reqayê geş bûye û daxwazên madeyên avakirinê zêde bûne."

Têkildarî karê kargehê Mistefa wiha got: "Bi armanca sivikkirina barê firoşkaran û kesên ku hesin dikirin, peydakirina miqdara hesin ji bo xwediyên dikanên firotina hesin û bicihanîna daxwazên herêmê ji hesin, em bi koordîneya Maliya Giştî ya Reqayê re dixebitin." Her wiha destnîşan kir ku bi vê gavê kargehek derfetên kar peyda dike û dibe sedema vegera kesên xwedî tecrube da ku sûd ji karînên wan bê wergirtin.

Di dawiyê de Mistefa wiha got: "Tê payîn ku hejmara werşeyên ku li kargehê dixebitin zêde bibe û amadekariya vekirina beşeke nû ji bo zêdekirina hilberînê heta bigiîje rojane zêdetirî 8 tonan, tê kirin."

(şx)

ANHA